Dema ku Pêxemberê me tiştekî jê hez bikira didît wiha digot; “Hemd ji Xwedayê ku xweşikiyan dikemilîne re”, û tesbîh dikir.
Bo ku PKK dest ji çekan berde, dive avabûna xwe bîrdozî bi giştî biguhere. Ev yek jî tenê bi perwerdeya dij ve guncav e.
Kesekî ku nîkaribe hebûna Xwedê bibîne, dê çawa xweşikiya qûlan bibîne? Kesekî ku spasiya Xwedê neke, dê çawa spasîya evdan bike?
Pêxemberê me dibêje nimêj ronahiya çavan e. girîng e ku mirov ji nimêjê tahm hilde û nimêjke. Dema tahm tune be şeytan her gav weswese dide.
Hin mirov hene ku wisa bawer in ku kesên alim divê eksî û hêrs bin. Kesên zana rûnerm, xweşmîzac û têgihîştî ne.
Ol hêsanî ye. Xwedê radigihîne ku dê mirovan di hêsaniyê de serkeftî bike. Ew kesên ku jiyana bi ol nebaş dibînin, şaş dizanin.
Dema ku tu diçî hecê, jin û mêr ligel hev îbadetê xwe dikin. Ew kesên ku dibêjin mêr nikare bi jinan re li heman deverê bimîne, bila vêya baş bifikirin.
Jin hebûnek pîroz e ku di xwe de giyanê Xwedê dihewîne. Jinan wek tiştekî ceribandinê dîtin kirêtî ye. Xwedê jiyanek bêqedir dide wan kesan.
Di dema nimêjan de di mizgeftên deh hezar kesan de deh kes jî nabin. Divê em êdî fem bikin ku îmana gel qels dibe.
Gotina “qantiran xwe kuştîye” tê wateya li hişê gel tinazkirinê. Divê êdî li Tirkiyê mantiqên wiha neyên bihîstin.
Derbasî be bo HDPyîyan. Bila êrîşker demildest were desteserkirin. Gulekirina tabela û sazîyê qehpetî ye.
Bila ti kes li Başûrê Rojhilat rûyê kevn ê dewletê li gelê me nişan nede. Birayên me hezkirinê, rêzdîtinê, xweşikiyê zêde zêde heq dikin.
Divê teqez destûrê nedin wan Waliyên ku li herêmê ne ku rêzê li Kurdan nagirin. Ti mezintiya wan li ser gelê herêmê tune ye.
Bila dilê birayên me yên Kurd ferah be, dê ev rojan derbas bin. Bila girîngiyê nedin kesên ku qedrê wan nagirin, gelê me gelekî ji wan hez dikin.
Ger pirsgirêkeke birayên me yên Kurd çêdibe, bila ji me re bêjin em têxin rojevê. Em dixwazin ku bila ew dilrihet bijîn.
Gencên Kurd ên welatparêz ji bêzarbûna destê dewleta kûr a kevn mafdar in. Lê belê bi zêdetir hezkirin û azadî ve ev yek tê telafîkirin.
Xwedê ye ku nûr û xweşikî afirandiye. Ger mirovek bêje ez qeşeng im pêkenok dibe. Xwedê awêneyên xwe nîşan dide. Divê bêje "Ya Rebî tu çiqas baş teceliya xwe nîşan didî." Divê nebêje "Ez çiqas rindik im". Dê bêje "Tu çiqas baş diafirînî”.
Divê mirov dilê xwe neavêje kufrê. Di kufrê de aramî nîn e, wefa nîn e, hevaltiya rast nîn e. Dema ku berjewendî nemîne, dê te paşguh bike, te bişewitîne. Tu yê di cîhaneke ku bêwefatî zêde ye de bijî. Dema ku tu sibehê rabî jî dibe ku ji te re necamêriyê bike. Qerantiya 2 saet şunda jî tune ye. Di kufrê de tu dikarî mirovek cup cuda bibînî.
Heta ku perjewendiyên wê hebe, kufr dost e. Dema ku perjewendî nemînin, demildest dibin dujmin. Lê belê di Îslamê de ne wisa ye. Di Îslamê de sebir heye, dilovanî heye.
Di jiyanê de sepandina Quranê hunerek e. Mirovê hişmend Quranê baş fem dike û bi awayekî li jiyana xwe dike. Wek mînak, dê dilnizmî çawa be? Xwemezinkirin dê çawa rabe? Dê hezkirin çawa were jîyîn?
Divê rêberek, pêşengek li ser Misilmanan were tayînkirin, hişê me vê rêyê li me nîşan dide. Ger serî nebe, laş jî belav dibe. Serheng jî Îmam Muhammed Mehdî (as) e. Ev omet, xeynî Mehdî (as) ti kesî qebûl nake.